Ciwanên Kurd ji bo yekrêziya kurdî komxebatek li dar xist

Bi dirûşmeya "Yekitiya ciwanên Kurd bingeha yekitiya netewî ya kurdî ye" Meclisa Ciwanên Kurd komxebatek li bajarê Qamişlo li dar xist.

Komxebat l li hola zanaîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna 150 nûnerên ji rêxistinên siyasî yên ciwanan, endamên Kongreya Netewî ya Kurdistanê – Rojava (KNK) li dar ket. ENKS‘ê jî ji bo panelê hatinbûn vexwendin, lê beşdar nebûn.

Nûnerên ciwanan ên Partiyên (Partiya Yekitiya Demokratîk, Komeleya Niştimanî ya Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Kesek a Kurdistanê, Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekitiya Niştimanî ya Azad, Partiya Demokratîk a Kurdistanî- Sûriyê (El-Partî) Tevgera Ciwanên Demokratîk, Rabîeya Çepgirên Kurd, Partiya Ciwanan a Avakirin û Guhertin, Tevgera Avakirin û Guhertin û Partiya Nûjen a Kurdistanê) beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê ya Rojava Ebîr Hesaf axivî, bixêrhatina beşdaran kir, gavên ku ciwanên Kurd ji bo avakirin rêkrêziya Kurdî avêtine, silav kir . Ebîr hêvî kir ku xîtaba Kurdî li Rojava bibe yek.

Ebîr di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser însyatîfên ku bi armanca avakirina yekitiya kurdî hatine ragihandin kir û got: "Minxabin ji ber gelek sedema ev însyatîf biser neketin ji ber hin aliyên Kurd bi hêzên ku ne ji bo berjewendiyên yekitiya Kurdî kar dikin re girêdayî ne. Van hêzan beriya ku erdê Kurdistanê were parçekirin sînorek di navbera xwe û gelê Kurd de danîn."

Piştre dengê rewşenbîrên Kurd Dr. Nûrî Dêrsimî ku tê de behsa rola ciwanan dike hate guhdarkirin.

Ji bo birêvebirina komxebatê endamên dîwanê ku ji 3 endamên Encumena Ciwanên Kurd pê dihat Mihemed Ehmê, Adil Feraşîn û Rojîn Mihemed hatin hilbijartin.

Di komxebatê de li ser van 3 xalan hatin nîqaşkirin, girîngiya yekrêziya Kurdî, Astengiyên wê û çareserî hatin nîqaşkirin.

Beşdaran bal hate kişandin ser krîza li Rojhilata Navîn, hate gotin ku li Rojhilata Navîn krîzeke rasteqîn heye, encamên wê krîzê siyasetên pergalên hakim in ku çareseriyê ji vê pirsgirêkê re naxwazin, di nav de pirsgirêka Kurdî ye. Ciwanên diyar kirin ku divî ev krîz baş werin lêkolînkirin da ku çareseriyên guncaw jê re werin dîtin.

Der barê astengiyên ku nahêlin yekrêziya Kurdî pêk were ciwanan diyar kir ku hin kesayet û partiyên Kurd berjewendiyên kesayetî li ser berjewendiyên giştî yên gelê Kurd digirin. Her wiha hate gotin ku divê ciwanên Kurd bibin yek û li hemberî van kesayet û partiyan bisekinin, ji planên derve re hişyar bin û ji bo avakirina yekitiya kurdî bixebitin.

ANHA


Mijarên Din