Ciwanên Kurd: Partiyên siyasî berpirsên nepêkanîna yekrêziya kurdî ne

Ciwanên Kurd gotin, partiyên kurdî yên berjewendiyên xwe yên kesayetî û partiyekî di ser berjewendiyên gel û doza kurdî de digirin, ji nepêkanîna yekitiya mala kurdî û xîtaba kurdî berpirsyar in. Ciwanan diyar kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe xizmeta doza gelê xwe bixebitin.

Komxebata Meclisa Ciwanên Kurd a bi dirûşemaya "Yektiya ciwanên Kurd bingeha yekitiya netewî ya kurdî" li bajarê Qamişlo didome.

Ji destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca avakirina yekitiya kurdî gelek însyatîf hatin ragihandin. Ji wan însyatîfa Fermandarên Giştî yên QSD‘ê Mezlûm Ebdî, însyatîfa hunermend û rewşenbîrên li welat û derve. Ji ber xeteriya pêvajoyê ciwanên Kurd girîngiya yekitiya mala Kurdî dîtin, li ser vê yekê vê komxebatê li dar dixin.

Der barê komxebatê endama Meclisa Ciwanên Kurd a ji Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Rojîn Mihemed ji ANHA‘yê re axivî. Rojînî îşaret bi armancên ciwanan a ji vê komxebatê kir û got, armanc yekitiya mala kurdî û çareserkirina nakokiyên di navbera partiyan de ye her wiha ji bo doza kurdî xizmet were kirin.

Rojîn Mihemed diyar kir ku ev komxebat beşek ji serkeftinê ye û got: "Hewldanên ciwanan a ji bo yekitiya xîtaba kurdî beşek ji serkeftinê ye, heger ev komxebat bi ser bikeve dê ciwan rolek pêşeng li ser asta Kurdistanê de bilîzin. Divê ciwan xwe bi rêxistin bikin û di her qadan de pêşengtiyê bikin û ji nakokiyên siyasî û fikrê teng dûr bikevin. Divê ciwan xwedî îrade û nêrînek azad bin da ku layiqê keda şehîdan bin."

Endama Yekitiya Ciwanên Kurd Nasir Nesro jî got: "Em ciwanên berpirsyartiya yekitî û xurtkirina refa Kurdî dikeve ser milê me. Ciwan dînamîka civakê ne, hemû tevgerên ku di civakan de çêdibin bi rêya ciwanan çêdibin. Li ser vê yekê me bi hêza xwe dest pê kir da ku xîtaba kurdî bibin yek, nemaze piştî ku partî heta niha nehiştine xîtabeke hevpar ji ber ku berjewendiyên xwe yên şexsî û kesayetî di ser berjewendiyên gel û doza kurdî re digirin."

Endamê Partiya Kesk a Kurdistanê û hevserokê Meclisa Ciwanên Kurd Mihemed Ehmê anî ziman ku ew Meclisa Ciwanên Kurd mehane bi ciwanên di partiyên siyasî de dicivin û beşdarî hemû çalakiyan dibin. Ehmê got: "Di dema dawî de meclisê ji bo yekitiya xîtaba kurdî û li hemberî vê pêvajoya nazîk a ku gelê Kurd û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas dibin însyatîfek ragihand."

ANHA


Mijarên Din