Ciwanên êla Bekîr: Êlên herêmê û QSD’ê tevneke civakî ya xurt ava kiriye

Ciwan û şêxên êlên Bekîr ên qebîleya Igêdat diyar kir ku armanca daxuyaniyên kesên li derve didin, derxistina fitneyê ye. Her wiha destnîşan kir ku QSD’ê bi piştgiriya êlên Ereb tevneke civakî ava kiriye da ku bigihêjin Sûriyeyeke yekgirtî. Ciwan û rûspiyan bang li ciwanên herêmê yên ku li derve dimînin kir ku vegerin warên xwe.

Piştî bûyerên ku li rojhilatê gundewarên Dêrazorê di yekemîn roja cejna Qurbanê de rû dane, gelek aliyên derve û hundir, di sêrî de hikumeta Sûriyê, hewl da wan bûyeran bi kar bînin û fitneyê derxin. Têkildarî wê ciwan û rûspiyên êlên Bekîr ên qebîleya Igêdat nêrînên xwe vegotin.

Rûspiyê êla Enabize ya girêdayî qebîleya Igêdat Abdulcelîl Mihemed El-Salih destnîşan kir ku armanca axaftinên ku li ser herêmê têne kirin, tenê derxistina fitne û tevliheviyê ye. El-Salih bi bîr xist ku rewşa herêmê niha aram e û tu pirsgirêk tune ne.

‘SLOGANÊN LI DIJÎ QSD’Ê Û ŞÊNIYÊN HERÊMÊ JI BO BERJEWENDIYÊN KESANE NE’

El-Salih wiha domand: “Armanca sereke ya peyamên aliyên derve yên li dijî QSD’ê û gelên herêmê li gundewarên Dêrazorê, çi li herêmên kontrolkirina hikumeta Sûriyê yan jî herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, ji bo berjewendiyên şexsî ne.”

El-Salih destnîşan kir ku aliyên ku vê propagandeyê dikin dixwazin armanc û berjewendiyên xwe pêk bînin û hewl didin derbasî herêmê bibin.

Girêdayî mijarê El-Salih got: “QSD`ê bi hevkariya pêkhate û êlên herêmê têkiliyên civakê xurt kirin û tevneke civakî ku ji tevahiya pêkhate û êlên Ereb pêk tê, ava kir.”

Têkildarî îdiayên ku li herêmê têne belavkirin Ebdulcelîl Mihemed El-Salih got: “Tevahiya daxuyaniyên aliyên derve û şêniyên herêmê yên ku li derve dimînin, ne rast in. Şêniyên herêmê di nava jiyaneke aştiyane de ne.”

El-Salih wiha lê zêde kir: “Şênî û êlên herêmê bi QSD`ê re ne, da ku saziyekê ava bikin ji bo ku yekitiya Sûriyê û pêkhateyên wê kar bike.”

‘ŞÊNIYÊN HERÊMÊ YÊN LI DERVE DIMÎNIN DIKARIN VEGERIN’

Li aliyekî din Wehîb El-Nijris ê ji êla El-Suls ê qebîleya Igêdat bang li şêniyên herêma Dêrazorê, gundewarên wê û êlên ku li derveyî herêmê welêt dimînin, kir ku vegerin warên xwe ji ber ku rewş aram e.

El-Nijris destnîşan kir ku kesên ji hêla hêzên ewlekariyê ve tawanbar in jî dikarin vegerin û rewşa xwe çareser bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din