Ciwanên Minbicê banga eşkerkirina rewşa Ocalan kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê Minbicê piştî agahiyên şewata li girava Îmraliyê pêk hatî ku Rêber Ocalan lê girtî ye daxuyanî da. Ciwanan banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Ocalan kirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê li stada Beledî ya navenda bajêr kom bûn û daxuyanî dan raya giştî. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Muhsin Casim ve hate xwendin.

Di daxuyanî de bang li civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî û mirovî hate kirin ku erka xwe ya qanûnî û mirovî ji bo parastina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên di girava Îmraliyê de bi cih bînin û wiha hate domand: "Her wiha em bang li gelên demokrasîxwaz, tevgerên şoreşger û saziyên mirovî yên li tevahî cîhanê dikin ku li dijî hikumeta faşîm a Tirkiyê serî hildin, hemû cûreyên çalakiyan lidar bixin da ku xelek parastinê li derdora rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan çêbikin. Em bang dikin ku fişar li hikûmeta Tirk a faşîzm da ku destûr bidin parêzerên rêbertî ku serdana wî bikin û tenduristiya wî û hevalên wî yên girtî eşkere bikin.

Em banga vekirina lêpirsînek navdewletî der barê sedemên vê şewatêde  dikin."

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmeyên banga azadiya Ocalan hatin qîrkirin.

ANHA


Mijarên Din