Ciwanên Minbicê: Dewleta Tirk êdî bûye çavkaniya terorê

Meclisa Ciwanan a Minbicê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku dewleta Tirk çavkaniya terorê ye. Her wiha banga hevgirtinê li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker kir.

Meclisa Ciwanan a Minbic û Gundewarên Wê di çarçoveya pêngava “Teqez em ê bi ser bikevin” de daxuyaniyek da raya giştî.

Hevserokê Meclisa Ciwanan Ehmed El-Cemîlî, bi tevlêbûna endamê meclisê daxuyanî li stada beledî ya li bajêr xwend. Beşdaran pankartên "Bi têkoşîn û yekitiya gelan ji bo Sûriyeyeke azad tekez em ê bi ser kevin"û alên Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hildan.

Daxuyanî wiha ye:

“Êdî ji tevahiya cîhanê re sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên terorîst ên li dijî gelê me li herêmên dagirkirî ji kuştin, revandin, guhertina demografiyê, destavêtin û talankirinê, xuya dibin.

Dewleta Tirk bê westan hewl dide fitneyê di navbera gelên herêmê de li ser bingeha netewbûn, taîfî, irqî û olî belav bike da ku hegemoniya xwe li herêmê ferz bike û careke din serfiraziyên osmaniyan vegerîne.

Dewleta Tirk îro êdî li ser cîhanê bûye xeter, piştî ku gelek bajarên Sûriyê dagir kirin û çeteyên xwe şandin Lîbya, Sûdan, Somalî û Yemenê.

Dewleta Tirk bi serkêşiya AKP`ê bûye jêdera terorê û serokê wê Erdogan kujerê zarokan e.

Em bang li tevahiya pêkahteyên herêmê dikin ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bibin yek û axa xwe ji dagirkeran rizgar bikin û asîmlekirina herêmên dagirkirî rawestînin.

Gelê Kurd xwediyê vê axê ye û dê axa xwe biparêze. Em nahêlin sûcên dewleta osmanî careke din li ser axa me ya pak careke din dubare bibin. Bi taybet sûcên li dijî jinan ên ku rastî tevahiya cureên çewsandinê hatin û mafên wê jê hatin stendin. Lê dîsa jî koletî red kir û pêşengiya şoreşa demokratîk ji bo azadiya xwe û azadiya civakê kir. Ji vir ji bajarê Minbicê bajarê Şehîd Fêsel Ebû Leyla ji bo Sûryeyeke azad û demokratîk bi têkoşîn û yekitiya gelan em helbest bi ser bikevin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din