Ciwanên Minbicê: Tenê ciwan dikarin bajarê xwe biparêzin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê bang li hemû ciwanan kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin û li kêleka QSD`ê bisekinin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclisa Jinên Ciwan a Minbic û Gundewarên Wê ji bo şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Çerxerêya Sebi Behrat li navenda bajêr kom bûn. Her wiha tê de bi dehan ciwan û şêniyên bajêr jî amade bûn.

Endama Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê Meryem El-Mihemed axivî û îşaret bi hovîtiya sûcên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Efrîn, Cerablus, Bab, Ezaz û Idlibê kir.

Her wiha Meryem behsa kiryarên ku çeteyên DAIŞ`ê beriya rizgarkirina bajarê Minbicê pêk anîn, kir û girîngiya parastina rihê şoreşgerî di ciwanan de û perwerdekirina ciwanan di hemû qadên jiyanê de tekez kir.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Feysel El-Hesen jî wiha axivî: "Hin dewletên rojava di gurkirina agirê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dixebitin, her wiha ev dewlet ji bo berjewendiyên xwe li herêmê kar dikin."

El-Hesen îşaret bi girîngiya şiyarkirina şêniyan ji xetereya dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê kir û diyar kir ku divê hemû ciwan li kêleka QSD`ê bisekinin û got: "Tenê şênî û ciwan dikarin bajar biparêzin."

ANHA


Mijarên Din