Ciwanên PYD`ê mûm li ser gorên şehîdan vêxistin

Bi dehan ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk PYD`ê mûm li ser gorên şehîdan ên Goristana Şehîd Xebat bi boneya salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê vêxistin.

Li goristanê endamê rêveber ê ciwanên PYD`ê Xemîs Xidir daxuyanî bi navê ciwanan xwend.

Daxuyanî wiha ye:

 “Em soz didin gelê herêma Efrînê ku em ê asta têkoşîna xwe heta rizgarkirina Efrînê û tevahiya herêmên dagirkirî ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mezin bikin.

Em ban li tevahiya ciwanan dikin ku tev li nav refên YPG, YPJ û QSD`ê bibin da ku destkeftiyên şehîdan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.”

Ciwanan piştî bidawîbûna daxuyaniyê sloganên silavkirina Berxwedana Serdemê û dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din