Ciwanên PYD‘ê têkildarî komploya navnetewî belgefîlmek pêşanda

Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya buroya Helebê têkildarî komploya 15‘ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan belgefîlmek pêşanda.

Bi amadebûna dehan ciwanên di nava PYD û Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyê de dixebitin belgefîlmek  li hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate pêşandan.

Belgefîl komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate plankirin çawa radestî dewleta Tirk hate kirin, vedibêje.

Piştî bidawîbûna belgefîlm dirûşmeyên "Bijî serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" hatin qîrkirin.

ANHA


Mijarên Din