Ciwanên Qamişlo li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Qamişlo meşek bi tevlibûna bi sedan ciwanan ji bo şermezarikirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê orgenîze kir. Ciwanan soza mezinkirina têkoşînê da.

Meş ji çarxerêya Şehîd Robar a Qamişlo li taxa Rojava ya bajêr ve destpê kir. Ciwanan meşale rakirin û dirûşmeyên şermezarkirina binpêkirinên dagirkeriya Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê û Efrînê berz kirin.

Meşvan ber bi çarxerêya Osman Sebrî ya  li taxa Hîlaliyê ve meşiyan. Ciwanan soza mezinkirina asta berxwedanê li dijî dagirkeriya Tirk dan.

Meş li ber çarxerêya Osman Sebrî li gel berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelê Kurd û şêniyên Efrînê bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din