Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji zêdetirî 24 salan ve berdewam e. Li beramber wê, çalakiyên şermezarkirina vê tecrîdê li ser seransî cîhanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in.
Di vê çarçoveyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşeke bi meşelayan li dar xist. Endamên tevgerê, şaxê Qamişlo, Yekitiya Jinên Ciwan û şêniyên bajêr tev lê bûn.
Meş ji çerxerêya Sonî dest pê kir. Ciwanan heta Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo meşiya.
Li pêşiya navendê ciwanan berxwedana Rêber Abdullah Ocalan, berxwedana HPG li çiyayên Kurdistanê silav kir.
(şx)
ANHA