Ciwanên Reqa û Tebqayê beşdarî berxwedana Eyn Îsayê bû

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên li bajarên Tebqa û Reqayê beşdarbûna xwe ji berxwedana Eyn Îsayê ragihandin.

Şandeyeke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarên Reqayê û Tebqayê serdana Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ya navçeya Eyn Îsayê kirin. Şandeyê li dijî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan dan.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a li Reqayê Aye El-Elî bi navê şandeyê daxuyanî xwend, berxwedana QSD`ê ya ku li eniyên navçeya Eyn Îsayê, sivlav kir.

Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku ew ê beşdarî vê berxwedanê bibin, da ku destekê bidin QSD`ê û parastina xakê, navçeyê û parastina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de banga li hemû tevgerên ciwanan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku piştgiriya QSD`ê bikin û li dijî êrişên artêşa Tirk bisekinin.

Hêjayî bibîrxistinê ku beriya vê însiyatîfê însiyatîfa Yekitiya Jinên Ciwan ên li herêma Cizîrê hebû ku di vê mehê de 15 endaman li eniyên Eyn Îsayê piştgiriya QSD`ê kirin.

(eh) 

ANHA


Mijarên Din