​​​​​​​Ciwanên Reqa û Tebqayê piştgiriya xelkê Mexmûrê kir

Ciwanên Tebqa û Reqayê hewldanên artêşa Iraqê ji bo dorpêçkirin û têlkirina Kampa Mexmûrê şermezar kir û destnîşan kir ku ew bi berxwedana Mexmûrê re ne.

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqa û Tebqayê I pêşiya Stada Beledî ya Reqayê kom bûn û pankartên “Bi giyanê apoyî, xwe nû bikin û cenga azadiyê bi ser bixin” hildan.

Ciwanan ber bi Çerxerêya El Neîm ve dest bi çalakiya xwe kir. Li çerxerêya El Neîm xwepêşandan rawestiya û veguherî mitingê, di mitingê de endamê ciwanên Reqayê Mihemed Yasîn axivî û got: “Em berxwedana xelkê me yê Kampa Mexmûrê xilas dikin. Ji wan re dibêjin, serî hildin û paşde gav nevêjin.”

Her wiha Yasîn bang li rêxistinên navneteweyî, mafên mirovan û NY`yê kir ku li hember kiryarên hikumeta Iraqê yên li dijî kampê, bisekinin û dorpêçê bi dawî bikin.

Di dawiyê de Yasîn got: “Kiryarên artêşa Iraqê li dijî xelkê me yê li Mexmûrê, li dijî nirxên mirovahiyê ne. Lê teqez wê berxwedana gelan bi ser keve.”

(dm/şx)

ANHA


Mijarên Din

Li Firatê meşa ciwanan