Ciwanên şoreşer serkeftina berxwedana Garê pîroz kir

Serkeftina berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li herêma Garê li dijî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk, li Qamişlo, Til Temir û Hesekê hate pîrozkirin.

QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarê Qamişlo bi armanca pîrozkirina serkeftina berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li herêma Garê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi konvoyek a erebeyan tûr avêtin.

Konveya erebeyan a ciwanan ji çerxerêya Osman Seberî dest pê kir û di nava kolanên bajar de geriya. Di konvoyê de alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û wêneyên rêber Abulah Ocalan hatin hildan û durişmeyên "Bijî serkeftina Garê" hatin bezkirin.

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temir jî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi konvoyeke erebeyan serekftina li Garê pîroz kir.

Konvoya erebeyan ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê dest pê kir, di nava kolanên sereke yên navçeyê û gundên wê geriya. Ciwanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan û li gel stranên şoreşgerî durişmeyên silavkirina berxwedana Garê û banga azadiya rêbertî avêtin.

Meş li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan rawestiya û şahiya pîrozbahiya serkeftina li Garê hate lidarxistin.

HESEKÊ

Li Hesekê jî konveya erebeyan ku bi wêneyên şehîdan û yên rêber Abdullah Ocalan hatibûn xemilandin li çerxerêya Kevokê ya taxa Til Hecerê kom bûn, piştre li kolanên bajar de geriyan. Di wê navberê durişmeyên silavkirina berxwedana Garê, azadiya rêber Abdullah Ocalan û şeremzarkirina dagirekriya Tirk hatin avêtin.

Şeva 10`ê Sibatê artêşa Tirk êrişeke berfireh li dijî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin.

Di 14`ê Sibatê de Koma Civakên Kurdistan (KCK) di daxuyaniyekê nivîskî serkeftina berxwedana Garê ragihand û wiha got: "Hêzên dagirker ên ku digotin şevekê em ê ji nişka ve werin û propagandaya tasfiyekirina gerîla dikirin, li gel her cure teknîk û bomberdûmanê li benda serkeftinê bûn, lê di bin wê bomberdûmanê de şevekê ji nişka ve reviyane."

(sb)

ANHA


Mijarên Din