Ciwanên Şoreşger li Şedadê dewreya hemşertiyê vekir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya navçeya Şedadê ya sere bi kantona Hesekê , dewreya hemşertiyê vekir.

Dewreya perwerdeyê bi tevlîbûna 30 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya şaxê navçeya Şedadê hate vekirin. Tê payîn ku perwerde mehekê dewam bike.

Di dewreyê de dê  waneyên li ser pîvanên destwerana lezgîn û hîmên bingehîn ên hemşertiyê bên dayîn.

Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê yê Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Şedadê Omer Hilû ji ajansa me ANHA‘yê diyar kir ku armanca vekirina dewreyê, ew e ku ciwanên tevgerê herî kêm 30 rojî perwerdeya  destwerdana lezgîn bibînin.

Hilû bal kişand ku her kes dikare beşdarî dewreyê perwerdeyê bibe.

Omer Hilû di dewama axaftina xwe de bal kişand ser ku hemû endamên beşdarî dewreyê bûne dê derbasî ezmûnekê bibin û paşê kesên bi ser bikevin, dê bawername ji aliyê komîteya Tenduristiyê û Meclisa navçeyê li wan were belavkirin.

Di dawiyê de Hilû diyar kir ew bi bi hemû hêza xwe hewl didin ku derfetên kar ji kesên serketî re peyda bikin û wan di navendên tenduristiyê û nexweşxaneyên navçeyê de bixebitînin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din