Ciwanên Şoreşger: Têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê berdewam e

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide xewna avakirina dewleta Osmanî zindî bike û got, têkoşîna wan li dijî planên Tiriyê berdewam e.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê îro li Kampa Vegerê ya li navçeya Şêrawayê ya Kantona Efrînê bi tevlibûna bi dehan ciwanên Efrîn û Şehbayê daxuyanî da.

Daxuyanî bi zimanê Erebî ji hêla endamê tevgerê Şahîn Çekdar û bi zimanê Kurdî ji hêla endama tevgerê Esma Xelîl ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

"Bi derbasbûna aloziya Sûriyê sala xwe ya 8`an re, alozî li ser tevahiya astan her ku diçe kurtir dibe. Ji destpêka mudexeleya Tirkiyê bi awayekî yekser di aloziya Sûriyê de sala 2016`an, rastiya projeya Tirkiyê ji bo me diyar bû. Tirkiyê ne ku bi armanca şerê partiyekî yan jî ji bo ku ewlehiya xwe biparêze, lê belê armancê wê vejandina xîlafeta dewleta Osmanî ya nû ye.

Tirkiyê bi rêya qirkirin, girtin, kuştin û koçberkirinê sûcên der heqê mirovahiyê de pêk tîne. Tirkiyê bi rêya projeya xwe hewl dide herêmên ku dagir kirine asîmle bike û çanda gelan berbelav bike. Ev hemû li pêşberî çavên cîhanê rû didin, ev jî ji bo rêxistinên ku mafên mirovan û çenda gelan diparêzin şermek e. Tirkiyê kiryarên xwe yên ne mirovî û ji bo vegerandina imperetoriya Osmanî didomîne. Tirkiyê li gundên dagirkirî yên navçeya Şêrawayê navendên xwe yên leşkerî ava dike. Ev navend di serdema Osmanî de bi navê Cendirma dihatin naskirin. Tirkiyê carek din ji cîhanê re isbat dike ku ew dewleta Osmanî ya nû ye. lê cîhan ji ber berjewendiyên xwe kirinên Tirkiyê paşguh dike. Çand û mafên gelan ji bo wan hêzên kapîtalîzmê ne girîng in.

Wek Tevgera Ciwanên Şoreşger em soz didin gelê xwe yên li herêmên dagirkirî, têkoşîna me heya rizgarkirina tevahiya herêman berdewam e."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina binpêkirinên Tirkiyê bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din