Ciwanên Tebqayê  banga serhildanê li dijî dewleta Tirk a dagirker kir

Di ҫarҫoveya ҫalakiyên hemleya ʺTekez em ê bi ser bikevinʺ de ku ciwanên li herêmên Bakur û Rojhilata Suriyê daye destpêkirin, bi sedan ciwanên Tebqayê bi meşekê banga serhildanê li dijî dewleta Tirk a dagirker kir.

Li bajaroka El-Mensûra yê li rojhilatê Tebqayê, meşek hate lidarxistin. Bi dehan ciwanan, tevî ciwanên Partiya Sûriyê Pêşerojê, Yekitiya Jinên Ciwan û endamên meclisa bajêr û Mala Jinan tev li meşê bûn.

Meşê ji pêşiya Mala Gel dest pê kir û ber bi navenda bajêr ve çû. Ciwanan dirûşmên şermezarkirina sûcên artêşa Tirk a dagirker û ҫeteyên wê berz kirin.

Li navenda bajarok bi navê Ciwanên Şoreşger daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Fatîme Elî ve hate xwendin.

Fatîme da zanîn ku ruxmî hemû êrişên ku dewleta Tirkên li ser  heremên wan pêk tîne û tevî sûcên hovane li dijî zarokˏ jinˏ kal û pîran lê gel tu carî teslîm nabe û binketinê qebûl nake. Fatîme bang li hemû ciwanên Sûriyê kir ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk serî hildin û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestixstin, biparêzin.

Di dawiya mîtîngê de, ciwanan wêneyekî Erdogan şewitand û sloganên serhildana li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê berz kirin.

ANHA


Mijarên Din