Ciwanên Tebqayê çalakiya xwe didomînin

Bi dehan ciwanên Tebqayê û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma "Bi rihê ciwanên fedekar em ê Sûriya azad, demokratîk û nenavendî  biparêzin" ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyê û lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê, çalakiya xwe didomînin.

Meclisa Şehîd Hanî Elîs a ciwanên Tebqayê û Yekitiya Jinên Ciwan duh bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker û lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê, konê çalakiyê veda. 

Di bin konê çalakiyê de wêneyên şehîdan û pankartên "Na ji bêdengiya navdewletî re ku îrade û hêza me zêde dike", "Na ji kujer Erdogan re" û "Bimire dagirkeriya Osmanî" her wiha ala QSD`ê û ala Tevgera Ciwanên Şoreşger hatine daliqandin.

Di roja 2`yemîn a çalakiyê de bi dehan endamên meclisên herêmî û malên gel beşdarî konê çalakiyê bûn. Di bin konê çalakiyê de ji rêveberên Meclisa Sivîl a Tebqayê Yesreb Hesûn daxuyaniyek bi navê meclisê da. Di daxuyaniyê de siyasetên binpêkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Efrînê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hate şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker lêkirina dîwarê parçekirinê rewa dike, armanca wê ji vê yekê ew e ku Efrînê mina Lîwa Îskenderon ji xaka Sûriyê qut bike û li hember vê yekê jî tevahî cîhan bê deng e.

Di dawiya daxuyaniyê de hate teqezkirin ku gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana QSD`ê de ji bo tunekirina terorîstan yekitiya xwe ava dikin û bi xaka xwe ve ku bi saya têkoşîna şehîdan hatiye rizgarkirin, girêdayî ne.

Konê çalakiyê dê 10 rojan dewam bike. Her wiha hate zanîn ku dê gelê Tebqa, Cirniya, El-Mensûra û endamên komîte û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk tev li çalakiyê bibin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din