Ciwanên Êzidî bi meşekê komploya navnetewî şermezar kirin

Bi diruşmeya"Sonda me em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn", bi sedan ciwanên Êzidî yên li Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina komploya navnewletî ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulhah Ocalan meşiya.

ŞEHBA

Îro bi sedan ciwanên Êzidî yên kantonên Efrîn û Şehbayê ji bo şeremzarkirina komploya navnetewî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Xwendekaran beşdarî meşê bûn.

Meş li ser rêya sereke ya di navbera gundê Babinêsê û Til Şiîrê de ya kantona Şehbayê dest pê kir. Ciwanan alên Yekîtiya Êzidiyan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullhah Ocalan û yên têkoşer Leyla Guven, pankartên "Sonda me em ê pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn" hilda bûn û bê navber dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmralî qîr dikirin.

Meş piştî ku li nava kolanên gund geriya li Stada gundê Babinsê rawestiya. Li vir ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paş Endama Komîteya Ciwanan a Yekîtiya Êzidiyan, Evîn Marko daxuyanî xwend.

Evîn anî ziman "Dewleta Tirk ji Nîsana 2015‘an ve destûr nade parêzeran ku serdana muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd bikin. Tecrîda li Rêbertî hatiye ferzkirin rastî nerazîbûnê gelê Kurd tê, ji ber vê yekê li her deverê çalakî têne lidarxistin, herî dawî greva biçîbûnê ya têkoşer Leyla Guven û hevalên wê yên di girtîgehên faşîsma Tirkiyê de îsbata vê yekê ye."

Evîn Marok teqez kir bi saya fikrê Ocalan Êzidî ji hewldanên qirkirinê hatin rizgarkirin û wiha domand: "Bi navê Komîteya Yekîtiya Êzidî ya Efrînê tecrîda li dijî Rêberê xwe şermezar dikin û piştgiriya xwe bi greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku nêzî 100 rojî bûye tînîn ziman. Her wiha soz didin şehîdan, Rêbertî û hemû çalakgerên greva birçîbûnê em çalakiyên xwe berdewam bikin ta rakirina tecrîdê û azadiya Rêbertî û rizgarkirina Efrînê dewam bikin."

Xwepêşandan bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din