Çiya Kurd: Em qebûl nakin xetereyekê li ser serweriya xaka me ava bikin

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd got "Em herêma ewle ya ku herêmê aloz bike, demografiya herêmê biguherîne û xetereyê li ser serweriya xaka Sûriyê çêke, napejirînin. Em amade ne diyalogên navxweyî û derve bi pêş bixin û ji her alî ve ji diyalogê re vekirî ne."

Di Komxebata Diyalogê ya Eşîr û Qebîleyên Herêma Cizîrê de ya bi mijara şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku niha li hola Zana ya bajarê Qamişlo li der dikeve, şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd geşedanên siyasî nirxandin.

Çiya Kurd di destpêka axaftina xwe de îşaret bi armancên dewleta Tirk di Sûriyê de, bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev tişt anî ziman: "Armanca Tirkiyê ya gefên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku ji modela Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirse ku dîktatoriya wê dixe xetereyê û dê demokrasî û pirrengiyê pêk bîne. Dewleta Tirk çavê xwe berdeya xêra Sûriyê û hewl dide dest deyne ser berhemên wê yên xwezayî. Ji ber vê yekê krîza xwe ya siyasî û aborî derdixe dewletên cîran û bala civaka Tirkiyê dide derve. Ji ber ku xwezaya siyasî ya dewleta Tirk li ser esasê nîjadperestî û înkarkirinê hatiye avakirin."

Bedran Çiya Kurd di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk ji aliyekî ve û Tirkiyê ji aliyekî din ve û diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewldanên destdirêjiya li ser xaka Sûriyê û geşkirina aloziyê red dike û wiha anî ziman: "Em herêma ewle ya herêmê veguherîne aloziyê û demografiya wê biguherîe, her wiha herêma ku serweriya xaka Sûriyê bixe xetereyê, red dikin."

Çiya Kurd di berdewama axaftina xwe de got: "Me herêmeke ewle li ser esasê ku ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û meclisên herêmî û Rêveberiya Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin, pêşniyar kiriye. Herêma ewle ya em dixwazin, divê bi çavdêriya navdewletî û beşdarbûna hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be û xaka Sûriyê ji terorê û belavbûna aloziyê  biparêze."

Çiya Kurd tekez kir ku projeya Rêveberiya Xweser çareseriya siyasî ya demokratîk a aloziya Sûriyê ye û got: "Em amade ne bi hemû aliyên siyasî yên navxweyî û derve re diyalogan bikin da ku bigihîjin çareseriyeke siyasî ku hemû aliyên Sûriyê jê razî bin. Di aliyên navxweyî de jî heger garantiyên rast ên mafên hemû gelên herêmê mîsoger bike, em amade ne li ser maseya diyalogan rûnên. Lê dema ev garantî tune bin, em beşdarî tu diyalogan nabin ne bi rejîma Sûriyê û ne jî xeynî wê."

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hêvî ne aliyên siyasî yên Sûriyê rewşa siyasî baş binirxînin. Em naxwazin xiyanet hebe. Em hêvî dikin ku hemû aliyên diyalogan bigihîjin formekê ku dawî li rijandina xwînê bîne û sînorekî ji gefên derve yên li ser xaka Sûriyê re deyne."

Komxebat didome.

ANHA


Mijarên Din