Çêkirina zeiterê pîşeyeke jinên taxa Şêxmeqsûd e

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi rêya hindek pîşeyên destan pêdiviyên xwe ji mûnê û tiştên din peyda dikin. Yek ji wan pîşeyan, çêkirina zeiterê malan e.

Bajarê Helebê bi zeitera xwe ya bi kalîte navdar e. Jinên taxa Şêxmeqsûd bi destên xwe mîna berê zeiterê çêdikin.

Jina bi navî Zînet Osman (50), ji 30 saliya xwe ve ji bo peydakirina debara malbata xwe zeiterê çêdike û difroşe jinên taxê. Şênî zeitera malan li ser a ku di nav sûkan de tê firotin tecrîh dikin. Şênî dibînin ku çêja (tama) zeitera malan ji ya din xweştir e.

Zeitera malan çawa tê çêkirin?

Nok, tovê petêz, zeiterê şîn, savar, gûz, simaq û kuncî her yek bi tenê tê biraştin. Piştre dikin legenek mezin da ku sar bibe û tevahiya madeyan tevlîhev dikin. Piştî wê tevî biharatan mîna yansûn (anason), kemûn, dûrçîn(tarçin) û kizbere tê hûrkirin. Di pêvajoya dawîn de guncî tê biraştin û tevlî zeiterê hûr dibe.

Sûdên Zeiterê çi ne?

Gelek sûdên zeiterê hene, hinek ji wan sûdan ev in; laş paqij dike,  êşa serî kêm dike, bîrê bihêz dike, ji kuxikê, zikçûnê û sermayê re wek antîbiyotîkek xwezayî tê bikaranîn. Heman demê de nexweşên ku nefese zor dikişînin pê tên dermankirin.

Şênî herî zêde zeitera malan dixwazin

Piştî bi dawîbûna amadekirina zeiterê, Zînet wan dixe tûrikan û difroşe şêniyan. Şênî herî zêde zeitera malan dixwazin. Ji ber ku  wê ji zeitera kargehan baştir dibînin.

Zînat Osman destnîşan kir ku daxwaza şêniyan ya ji bo zeitera malan gelekî baş e û ew zeiterê li mala xwe çêdike û difroşe şêniyan.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din