Çîn beşdarî muzakereyên nukleerî bi Rûsya û DYA’yê re nabe

Pekînê fikrên serokê DYA’yê Donald Trump ên der barê hevpeymana nukleerî ya sêalî bi Moskov û Washingtonê re red kirin.

Ajansa Ruetersê li ser zimanê berdevkê fermî yê Wezareta Karên Derve ya Çînê Guin Xuan ragihand ku welatê wî beşdarî dan û standinên hevpeymana nukleerî ya sêalî bi Rûsya û DYA`yê re nabe.

Berdevkê fermî bersiva fikra serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump der barê hevpeymana nukleerî ya sêalî bi Rûsya û Çînê re da û wiha got: "Çîn axaftina li ser navê wê red dike û beşdarî dan û standinên hevpeymana nukleerî ya sêalî nabe."

Serokê DYA’yê Donald Trump ragihandibû ku divê Çînê beşek ji peymana nukleerî ya bê, di navbera DYA û Rûsyayê de be û hêvî kir ku peymana nukleerî di navbera Rûsya û Çînê de pêk were û diyar kir ku wî ev mijar bi hevkarên xwe yê çînî re nîqaş kiriye.

(jo)

 


Mijarên Din