Çîn: Divê dan û standinên bazirganiyê ser bingeha rêzdariyê bin

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Lu Kang tekez kir ku dan û standinên bazirganiyê yên bi Washingtonê re, divê li ser bingeha rêzdariya ji her du aliyan re bin.

AFP`ê ragihand ku berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Lu Kang di civîneke çapemeniyê de got: "Her dem me digot nakokiyên di navbera her du welatan de, divê bi rêya dan û standin û şêwirmendiyan were çareserkirin."

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê bi berdewamî got: "Me daxuyaniyên cuda der barê dan û standinên bazirganiyê de dîtin, di nav wan de (daxuyaniyên) rayedarên Amerîkayê yên payebilind bûn.”

(eh)


Mijarên Din