Çînê kunsulxaneya Washingtonê ya li Chengdu girt 

Piştî 3 rojan ji girtina kunsulxaneya Çînê ya li bajarê Houston a Amerîkayê, Çînê îro kunsulxaneya mezin a li başûrê rojavayê  welêt ya DYA’yê  li bajarê Chengdu girt.

Wezareta Karên Derve ya Çînê bi daxuyaniyekê ragihand ku  ev biryar wek bersiveke pêwîst û rewa li dijî  tedbîrên  nementiqî ya DYA’yê ye.

Li gorî AFP’ê, Wezareta Karêv Derve ya Çînê tu dem ji bo girtinê neda. Lê belê rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump dema girtina Kunsulxaneyê ya li bajarê Houston heta 72 saetan da, ku dîplomatên Çînê derkevin.

Li gel balyozxaneya DYA’yê ya li Beijingê, 5 kunsulxaneyên wê yên din li bajarên Canton, Shanghai, Shenyang, Chengdu, Wuha û Hong Kongê hene.

Kunsulxaneya Chengdu di 1985’an de li başûrê rojavayê Çînê bi taybet li herêma Tibet  ya serbixwe hat vekirin, tê de nêzî 200 karmend dixebitin, jê 150 karmend herêmî ne.


Mijarên Din