CNN: 7 dewlet dê li ser gaza rojhilatê Deryaya Spî peymanekê îmze bikin

Kanala CNN a Amerîkayê da zanîn ku tê payîn Qibris, Yewnanistan, Îsraîl, Misir, Urdin, Îtalya û Filistîn peymana gaza rojhilatê Deryaya Spî roja sêşemê li Qahîreyê îmze bikin.

Li gorî kanalê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekê, tê texmînkirin ku îro peyman were îmzekirin û destnîşan kir ku ji bo tevlêkirina dewletên din ji peymana ku 7 dewlet tê de ne, dê derî vekirî bimîne.

Misirê bi însiyatîfekê wezîrên enerjiyê yên dewletên rojhilatê Deryaya Spî û nûnerên Yekitiya Ewropayê cara yekemîn di nîvê Çileya 2019`an de vexwendibûn civîna wezîran li Qahîreyê.

Di encama civînê de her heft wezîrên dewletên ku beşdarî avakirina peymana gaza rojhilatê Deryaya Spî bûne, bi awayekî hevbeş ragihand ku armanca wan avakirina sûkeke gazê li ser asta herêmî were çêkirin û têkiliyên bazirganiyê werin dabînkirin.

Ev peyman, piştî peymana di navbera Misir, Yewnanistan û Qibrisê di lûtkeya ku sala 2018`an de li Yewnanistanê hatiye lidarxistin û navenda wê paytexta Misirê Qahîreyê hatiye diyarkirin, pêk hatiye.   

(oh)


Mijarên Din