Cotkaran ji bo parastina zeviyan ji şewatan xwe bi rêxistin kirin

Cotkarên gundewarê Reqayê ji bo parastina zeviyên xwe yên çandiniyê xwe bi rêxistin kirin û gelek tedbîr girtin.

Bi armanca ku azara sala borî ya ji ber şewitandina zeviyên çandiniyê dûbare nebe, cotkarên gundewarê Reqayê bi hevkariya meclisên xwecihî, komeleyên cotkaran û Şaredariya Gel rêze tedbîr girtin. Ji wan tedîbîran derdora erda çandiniyê hate cotkirin, gîha û striyên ku qiraxa rêyan de çêdibin hatin rakirin.

Li aliyekî din, cotkaran biryar dan ku dewriyeyên nobetê yên parastina zevî, bi şev û bi roj rêxistin bikin. Her wiha xwediyên terektorên çandiniyê, sarîcên avê û ekîpên agirkujiyê ji bo rewşên awarte yên şewatê seferber bûne.

Cotkarê bi navê Îbrahîm El-Casim got: "Em di radeya yekemîn de debara xwe ya jiyanî li ser çandiniyê dabîn dikin. Her cotkarek bê sebir li benda mewsimê xwe ye. Divê her ferdek berhem û baxçeyê xwe ji şewatan biparêze. Îro erka me hemûyan e ku bi aliyên têkildar re bi destekê zevî û rizqê zarokên xwe biparêzin."

Îbrahîm bang li aliyên têkildar kir ku rêyên çandiniyê sererast bikin da ku tevgera veguhestinê hêsan bibe û ji rewşên awarte û şewatê re bi lez bin.

Serokê Komeleya Cotkaran a bajarokê Hezîma ya bakurê Reqayê Mihemed Cuma jî anî ziman ku divê azara sala derbasbûyî dûbare nebe, ku cotkaran ji ber şewata bi zanebûn û nebizanebûn ziyan dîtin. Her wiha bang li cotkaran kir ku li hemberî xeteriyên şewatê berpirsyartiyên xwe bi aliyên têkildar re bi cih bînin.

Mihemed Cuma destnîşan kir ku focên agirkujiyê bi endam û erebeyên xwe dê bixebitin ta dema mewsim bi dawî bibe.

ANHA


Mijarên Din