Cotkarên herêmê: Divê buhayek baş ji pembo were diyarkirin

Cotkarên bajarokê El-Heşîma ya girêdayî navçeya Eyn Îsayê gotin: “Çandina her donimek pembo, îsal gihiştiye du qatê par.” Cotkaran bang li aliyên pêwendîdar kirin ku destwerdanê bikin û buhayeke baş diyar bikin.

Li bajarokê El-Heşîma yê girêdayî Eyn Îsayê rêjeya rûbera çandiniya îsal li gorî salên derbasbûyî, kêm bûye. Ji ber buhayê madeyan bilind bûye, berhem ne basin û ev yek dihêle ku cotkar nikaribin salên bê çandiniyê bikin.

Cotkarê bi navê Salih El-Hemûd got: “Mewsima pembo ya îsal başe, lê bihayê wê pir bilinde. Ji ber dolar li beramberî lîreya Sûrî pir bilind bûye, baziganên sûka reş madeyên çandiniyê ji (Tov û semad) bi dolar ve girê didin. Li kêleka bilindbûna madeyên çandiniyê buheyê xebatkarên çandiniyê jî bilind bûye. Pêwîstiya cotkaran bi pereyan heye da ku yekser keda xebatkar bide. Em bang li aliyên pêwenîdar dikin ku buheyan li gorî buhayek bilind misoger bikin."

Cotkarê bi navê Elî El-Amic ji ber başbûna berhemê pembo yê îsal li gorî par kêfxweşe. El- Amic wiha axivî: “Îsal nexweşî derneketin, heger derkevin jî dê binkevin.”

El-Amic diyar kir ku niha buhayên sebzeyan (Bacan, bîber, bacanên reş, xirtik yan jî kundir û xiyar) li gorî buhayan pir kemin û pirs kir ku gelo wê buheyê berhemên havînê weke pembo û garis weke yê sebzeyan kêm be.?

Cotkaran bang li aliyên pêwendîdar kirin ku destekê bidin berhemên çandiniyê, bi awayekî baş buhayan ji bo wergirtina pembo, diyar bikin.

Li gorî cotkaran buhayê her donime ji pembo bûye nêzî 10 hezar lîreyên Sûrî.

Tê zanîn ku rêjeya rûbera çandina pembo li bajarokê Heşîma ji sedî 25 derbas nekiriye. Sedema wê jî bilindbûna buhayên madeyên çandiniyê û kêmbûna lîreya Sûrî li beramberî dolar e.

(bx)

ANHA


Mijarên Din