Cotkarên Minbicê hilberîna genim û ceh radest dikin

Navenda kirîna genim a Minbicê ya girêdayî Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê dest bi wergirtina her du hilberînên genim û ceh kir.

Piştî ku Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê turikên genim û ceh radestî cotkarên Minbicê kirin, niha hilberîna genim û ceh ji cotkaran werdigire. Şirketê di heftê de rojên Şemî, Yekşem û Duşem ji bo wergirtina hilberîna genim, Sêşem, Çarşem û Pêncşem jî ji bo werrgirtina hilberîna ceh diyar kirine.

Her wiha şirketê xebatên kontrolkirina hilberînê û diyarkirina nirxa kirînê li gorî kalîteyê didomîne. Şirketê hilberîna genim a pileya yekemîn bi nirxa 160 Lîreyên Sûriyê, pileya duyemîn bi 158 Lîreyên Sûriyê û ya sêyemîn bi 156 Lîreyên Sûriyê werdigire. Nirxa pileya çaremîn li gorî kalîtebûna wê ye. Hilberîna ceh jî bi 100 Lîreyên Sûriyê ji bo pileya yekemîn, 99 Lîreyên Sûriyê ji bo pileya duyemîn û 98 Lîreyên Sûriyê  ji bo pileya sêyemîn tevî ku nirxa pileya çaremîn ji hilberîna ceh li gorî kalîtebûna wê diyar dike.

Girêdayî tedbîrên ku şirket digire hinek çavkaniyan ji Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê gotin ji bo hilberîna genim, divê cotkar belgeyek fermî ku ji hêla komîn, Komîteya Çandiniyê, Meclis û Saziya Çandiniyê ve hatiye mohrkirin bîne. Tevî 2 wêneyên kesayetî, kopiyek nasnameya kesayetî, belgeya wergirtina turikên genim anjî ceh û ruxseta çandiniyê ya ku ji hêla Saziya Çandiniyê ve hatiye dayîn.  Ji bo hilberîna ceh jî heman tişt e. Lê ji bilî ku ruxset pêwîst nake.

Şirketê nirxa turika genim bi 700 Lîreyên Sûriyê  diyar kiriye û dema cotkar hilberînê radest bike 550 Lîreyên Sûriyê jê re vedigerin. Nirxa turika ceh bi 400 Lîreyên Sûriyê diyar kir û dema cotkar hilberînê radest bike 200 Lîreyên Sûriyê jê re vedigerin.

Navenda kirîna genim xebatên wergirtina hilberînê didomîne.

(şx-bm)

ANHA


Mijarên Din