Cotkarên pembo li ser biryara Rêveberiya Xweser çi dibêjin?

Cotkarên pembo amadekariyên firotina berhemên xwe dikin. Rêveberiya Xweser danîna buhayê firotinê ji cotyaran re hişt û deriyê gumrikê li cotyaran vekir. Vê yekê di nav cotyaran de fikrên cuda derxistin pêş. 

Pembo yek ji berhemên girîng li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku piştî genim û ceh tê. Herêma Reqayê piştî Cizîr û Firatê bi çandina pembo navdar e.Di salên dawîn de çinîna pembo bi paş de ket. Lê di her du salên dawîn de dîsa geş bû.

Pembo ji berhemên avî ye ku di destpêka meha Gulanê de tê çandin û di Îlonê de tê çinîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe de ya 21'ê Îlonê ya bi beşdarbûna yekitiyên cotkaran û her heft rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistibû, li ser daxwaza yekitiyan destûr da cotkarên pembo ku berhem bi buhayê ku ew bixwazin bifiroşin bazirganan û deriyên sînor ji bo bazirganiyê vekirin.

Der barê vê biryarê de nêrînên cuda derketin.

'ME HÊVÎ DIKIR KU RÊVEBERIYA XWESER BUHAYÊ PEMBO DIYAR BIKIRA'

Cotkarê bi navê Mihemed El-Xilêf ji gundewarê rojavayê Reqayê diyar kir ku wan lêçûneke mezin ji bo çandina pembo dane û got ku wî hêvî dikir ku Rêveberiya Xweser buhayeke guncaw diyar kiriba.

El-Xilêf destnîşan kir ku pêwîstiya wan bi buhayeke guncaw ji bo lêçûna pembo heye, ji ber ku bazirgan jî nizanin çi li pembo danîne û westandina cotkaran hîs nakin.

Cotkarê bi navê Qeys El-Elî jî got: "Em li bendê bûn ku mîna genim buhayek ji pembo re jî hatiba diyarkirin."

'BIRYARA RÊVEBERIYÊ JI BO COTKARAN A HERÎ GUNCAW E'

Têkildarî şîkayetên cotkaran li ser biryara Rêveberiya Xweser a firotina berhemê pembo, hevserokê Yekitiya Cotkaran a Reqayê Ehmed Salim diyar kir ku biryara Rêveberiya Xweser a firotina pembo ji bazirganan pêşniyara Yekitiya Cotkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û got: "Ev biryar ji bo cotkaran a herî guncaw, nemaze ku Rêveberiyê destûra vekirina deriyên sînor li pêşiya bazirganên pembo da."

Salim da zanîn ku ew hewl dide buhayekî nû li gorî lêçûna ku cotkaran ji bo berhemê pembo danîne, diyar bikin, nemaze piştî ku serjimariyên Yekitiya Cotkaran gihaşt 168 hezar lîreyên Sûriyê ji bo donimekî û destnîşan kir ku ew ê buha li bazaran bike yek.

Her wiha got ku Rêveberiya Xweser nûnerên Yekitiya Cotkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkdar kirine da ku plana firotina pembo ji bo bazirganan û kêmbûna gumrika li deriyan deyne.

Cotkarên pembo yên Reqayê duh di civîna xwe de bi rêya yekitiyê pêşniyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo her toneke pembo 900 hezar lîreyên Sûriyê diyar bike.

ANHA


Mijarên Din