Cotkarên pembo yên Reqayê banga piştgiriyê kir

Cotkarên pembo yên gundewarên rojhilatê Reqayê li gel metirsiyên vegera kurmika bistirî, dest bi çandina hilberîna pembo kir. Endamê rêveber ê Komîteya Çandiniyê tekez kir ku ew hewl didin di vê mewsimê de derman ji cotkaran re peyda bikin.

Her sal di destpêka meha Gulanê de cotkarên pembo dest bi çandina hilberînê dikin. Herêmên gundewarên rojhilat yek ji deverên herêma Cizîrê li Sûriyê yên bi pembo herî berhemdar in. Li gorî serjimariyan hilberîna her donimek ji pembo di navbera 500 heya 600 kg de ye. Ev rêje bi rewşa hawayê ve û nexweşiyên di nav de belav dibin, girêdayî ye. 

Sala borî di encama belavbûna kurmika bistirî di nav hilberînê de, hilberîn bi temamî telef bû û cotkaran bi awayekî zêde zirar dîtin. Ji ber wê hilberîna pembo li hindek herêman kêm bû û gihaşt 50 kg ji her donimekê re û hindek cotkaran jî hilberîn berhev nekir.

Îsal bi destpêkirina çandina hilberîna pembo re, metirsiyên cotkaran ji ber belavbûna kurmika bistirî mîna sala borî derdikevin. Ji ber wê bang li Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê kirin ku dermanên pêwîst ji bo tunekirina kurmik ji wan re peyda bikin.

Cotkarê bi navê Xelîl El-Dîkan destnîşan kir ku sala borî 10 donim zevî bi pembo çandibû. Lê piştî belavbûna kurmika bistirî di nav hilberînê de, gelek zirar dîtiye, ji ber wê îsal li gel metirsiyên sala borî tenê 5 donim zevî çandiye.

El-Dîkan bang li Komîteya Çandiniyê kir ku tov û dermanên ji cureyên baş ji wan re peyda bikin.

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Komîteya Çandiniyê ya Meclisa El-Keramê ya rojhilat Hisên El-Hemadê diyar kir ku ji ber rewşa hawayê hilberîn dereng tê çandin.  El-Hemadê destnîşan  kir ku rûbera çandiniyê ya îsal ji sedî 25 ji rûbera çandiniyê ya giştî derbas nake.

Girêdayî destekdayîna hilberîna pembo, El-Hemadê wiha got: "Me bi Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê re nîqaş kir û soz da me ku dê semad bi buhayên ku berê hatiye diyarkirin, dermanên bikalîte ji bo tunekirina kurmik û dê sotemenî bi buhayê 55 lîreyên Sûriyê peyda bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din