Cotkarên Reqayê bi mewsima havînê kêfxweş in

Cotkarên bajarê Reqa kêfxweşiya xwe ya ji ber serkeftina mewisma çandiniyê ya havênê anîn ziman. Lê rûberên ku îsal bi pembo hatine çandin li gorî sala borî kêm bûn.

Bi rêjeya ji sedî 75 ji şêniyên bajarê Reqayê û gundewarê wê debara xwe bi çandiniyê peyda dikin. Reqa bi ciherengiya mewsimên çandiniyê ji ber axa xwe ya berhemdar û ava pir tê naskirin.

Li Reqayê mewsima pembo yek ji hilberînên sereke ku aboriya herêmê pêş dixe.  Hilberîna pembo li bajarê Reqayê beriya şoreşê, gihaşt derdora 500 kg ji her donimekê re û hin cara digihaşt 700 kg. Yan jî mîna ku şêniyên Reqayê bi nav dikin rûyê yekem û rûyê duyem.

Buhaya kîloya pembo di salên borî de di navbera 250 lîreyên Sûriyê heya 300 lîreyên Sûriyê de bû. Ev buhabûn li gorî cotkaran û lêçûna çandina pembo bûn. Lêçûna çandina her donimek pembo digihaşt 40 hezar lîreyên Sûriyê. Lê ji ber belavbûna kurmika bi stirî û tunebûna dermanên kurmikan, mewsima borî têk çû. Her wiha ruxmî ku axa Reqayê berhemdar e, ev pirsgirêk bû sedema rûberên ku îsal bi pembo hatin çandin bi rêjeya ji sedî 70 ji sala borî kêmtir be.

Îsal pembo pir kêm hat çandin 

Rewşên hawayê yên sala borî bi awayekî yekser bandor li mewsima pembo kir. Ji ber ku ji ber rewşên hawayê kurmika bi stirî bi awayekî mezin di nav hilberînê de belav bû û kulîlka pembo bi giştî xwar. Di encamê de hilberîna her donimek tenê gihaşt 50 kg û hinke zeviyên din jî bi temamî telef bûn. Lewra cotkar di mewsima îsal de pembo neçandin û li şûna wê gariz û zebeş çandin.

Mewsima gariz û zebeş

Mewsima çandina gariz û zebeş wek mewsimên dabîkirina zirarên ku di mewsimên din de dîtine tê hesibandin. Ev hilberîn piştî hilberînên genim û ceh tên çandin û dema çinîna wê 4 mehan derbas nake. Cotkaran bi awayekî yekser pişta xwe nade van hilberînan. Ji bo derbaskirina her xisarekî xwe di genim yan jî pembo de diçîne. Ew bi pembo re nayên çandin.

Zebeşê bi tov; li gorî cotkarên Reqayê, ji mewismên ku lêçûna wê herî kêmtir tê hesibandin. Ji ber ku bi awayekî bejî tê çandin û tenê carekê beriya çandina tovan  tê avdan. Hilberîn li gorî ax û tovên ku hatine çandin berhemê dide. Ji her cureyek tovê re buhayeke wê ya taybet heye. Buhaya herî bilind ku kîloya tovê beledî yanî tovê reş di sala borî de gihaştiyê 800 lîreyên Sûriyê bû.

Cotkarên bi navên Mihemed El-Sikran û Hesen El-Mistefa ên ji rojhilatê gundewarê Reqayê kêfxweşiya xwe ji ber başbûna mewsima havînê anîn ziman û xisarên xwe di sala borî de bi bîr xistin. Her du cotkaran sedema kêmkirina rûberên çandina pembo bi wan xisaran ve girêdan û hêvî kirin ku mewisma îsal bi xêrê bi dawî bibe.

Her du cotkaran diyar kirin ku piştî Komîteya Çandiniyê dermanên kurmikan û tovên bi kalîte ji wan re peyda kirine, mewsima pembo ya îsal ji yên par baştir e, rewşa pambo baş e û heta niha tu nexweşî di nav de belav nebûye mîna sala borî.

Di dawiyê de her duyan bang li Komîteya Çandiniyê ya Reqayê kirin ku xebatên xwe zêde bike da ku warê çandiniyê pêş bixe.

Mewsima pembo di sala borî de li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî zirar dît. Piştî çend rojan cotkarên herêmê dê dest bi çinîna hilberîna pembo xwe bikin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din