Cotkarên Reqayê ji ber kêmkirina ava Firatê bi fikar in

Cotkarên bajarê Reqayê ji ber kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve û rewşa zeviyên xwe, bi fikar in. Cotkaran diyar kir ku dê bi karesatekê re rû bi rû bimînin.

Bandora kêmbûna ava çemê Firatê didome. Bi kêmbûna avê re berhemên çandiniyê yên havînê ku cotkarên Reqayê hildiberînin, zirarê dibînin.

Cotkarên Reqayê der barê encamên kêmbûna avê de ji ANHA`yê re axivîn.

Cotkarê bi navê Memdûh Ebas ji gundê El-Reqa El-Semra yê rojhilatê Reqayê ye û wiha got: "Îsal cotkaran çandiniya xwe zengîn kir. Gelek garis, zebeş û pembo çandine. Îro jî berhemên me rastî xetereyê tên, ji ber kêmbûna berbiçav a ava çemê Firatê. Zeviyeke biçûk pêwîstiya xwe bi demeke dirêj heye da ku were avdan. Lê ava çem pir kêm bûye."

Cotkarê bi navê Ehmed Ebas jî ji gundê El-Reqa El-Semra ye û wiha axivî: "Dewleta Tirk avê wek çekekê li dijî gelê Sûriyê bi kar tîne. Em vê yekê şermezar dikin. Ev yek zilm e li dijî mirovahiyê da ku berjewendiyên xwe pêk bînin û gel temenê wê didin."

Ehmed Ebas tekez kir ku dê karesatek bi ser şêniyan de were, heger qutkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve dewam bike û dê bandoreke neyînî li berhemên çandiniyê yên havînê û li cotkaran bike.

Cotkaran bang li aliyên pêwendîdar kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku avê ji qada siyasî û şer dûr bixin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din