Cotkarên Reqayê pereyên berhemên xwe yên genim û ceh wergirtin

Îro, Şerîketa Pêşxistina  Civaka Çandinî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê pereyên berhemên genim û ceh radestî cotkarên  Reqayê kirin.

 Piştî 20 rojan ji radestkirina cotkarênb Reqayê ya berhemên genim û ceh, Şerîketa Pêşxistina Civaka Çandinî temenên berheman radestê cotkaran kirin.

Di vê derbarê de Hevserokê Şerîketa Pêşxistina Civaka Çandinî Ehmed Elî got: "Me ji destpêka vê mehê ve berhem ji cotkaran li hemû navendên li derdora bajar wergirt. Her wiha berhemên ceh û genim ku dihatin wergirtin rojane ji 600 heta 800 ton bûn."

Ehmed Elî lê zêde kir ku şerîketê îro dest bi belavkirina beşa yekemîn a pereyan piştî dema ku ji hêla şerîketê ve hatiyê diyarkirin, bi bihaya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kiriye, kir.

Şerîketa Pêşxistina Civaka Çandinî ya li Reqayê 75 hezar ton ji genim û ceh wergirt û hê jî wergirtin berdewam e.

(fr/kc)

ANHA


Mijarên Din