Cotkarên Şehbayê dest bi berhevkirina fisteqan kir

Şêniyên kantona Şehbayê dest bi berhevkirina berhema fistiqên helebî kir ku jêdera sereke ya debara jiyanan wan e.

Kantona Şehbayê bi çandina fistiqên helebî tê naskirin, ku di salên dawî de bi awayekî balkêş pêşket.

Li kantonê bi sedhazaran darên fistiqên helebî hene, jê ji sedî 80 berhemdar in. Her darek derdora 10 KG heta 20 KG fistiq derdixîne. Li gorî Komîteya Çandiniyê tê texmînkirin ku berhemên mewsimê îsla 500 ton derbas bike.

Cotkarên kantonê dibêjin ku buhayê fistiqan îsal li gorî salên borî bilindtir e û sedema vê buhbabûnê bi mercên şer nebûna karîna şêniyan a berhevkirina hilbiranan ve girêdan. Her wiha sedema buhabûnê dispêrên nebûna dermanên daran û rewşa hewayî ku bandor li daran kir.

Di salên borî de her kîloyek fistiqên helebî bi 900 lîreyên sûrî bû îsal buhayê her kîloyeke gihişt 3 hezar lîreyên sûrî ji ber xwesteka zêde li ser û derxistina wê ya ji derve.

Hilbirîna fistiqên helebî dawiya meha Tebaxê vet ê berhevkirin û derfetên kar ji şêniyan re peyda dike. Şênî ji saet 07:00‘an heta 16:00‘an berhev dikin.

Endezyarê çandiniyê yê Komîtya Aborî û Çandiniyê Basim Osman anî ziman ku kantona Şehbayê ji serdema Asûriyan ve bi çandina fistiqên helebî tê naskirin û got, ji destpêka berhevkirinê komîteyê pêwîstiyên sereke wekî semad, dermanên mêşûmûran û mazot pêşkêşî cotkaran kir.

Osman destnîşan kirk u berhemên salane yê fistiqên helebî dighêje zêdeyî 500 tonan.

ANHA


Mijarên Din