Cotkarên Şêrawayê semad wergirtin

Komîteya Çandiyê ya navçeya Şêrewayê ya kantona Efrînê, bi nêzkîkbûna mewsima çandiyê ya havînê re 250 ton semad li cotkaran belav kirin.

Her sal wek vê wextî cotkar dest bi reşandina semadê li zeviyên xwe genim, ceh, nîsk û nok dikin. Komîteya Çandiniyê ya navçeya Şêrewa 250 ton semada çêkirî li cotkarên gundên"Aqîbê, Bênê, Xerîbkê, Keştar, Başimra, Bircqas, Meyasa, Gundê Mazin û Soxankê" belav kirin.

Têkildarî mijarê, endamê Komîteya Çandiniyê ya  navçeya Şêrewa Ednan Hemo axivî û diyar kir ku hewl didin hemû pêwîstiyên cotkaran ji semad û dermanan bi cih bînin da ku zevî berhemdar be.

Di heman demê de cotkdarên ku zeviyên wan dikeve navbera gundên Şêrawa û herêmên ku ji aliyê leşker û çeteyên dewleta Tirk ve hatine dagirkirin ku rêjeya ji 200 heta 300 donim e dibêjin ji ber kiryarên dagirkeran nikarin biçin nav zeviyên xwe.

Di vê der barê de Ednan Hemo destnîşan kir ku ev zev ji xizmetê derketine û ji ber binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê gelek ziyan dîtine.

(eh)

ANHA

 

 


Mijarên Din