Cotkarên Til Hemîsê qala şewata duh dikin

Şêniyên navçeya Til Hemîsê diyar kirin şewata zeviyan bi zanabûn e û destnîşan kirin ku her roj di heman demê de şewat derdikeve.

Di demên dawîn ango ji destpêka çinîna hilberîna genim û ceh ve agir bi zeviyên çandiniyê yên herêma Cizîrê dikevin. Ev cara yekê ye mîna van şewatan li herêmê çêdibe, cotkar û şênî dibînin ku şewat bi zanabûn e ji ber ku her roj û di heman demê de çêdibe.

Îro dîsa jî dema amadekirina vê raporê de li bakurê gundê El-Damircî, gundê Mircane başûrê gundê Çîlik agir bi zeviyên çandiniyê ket, şewat ber bi başûr ve fireh bû. Di encamê de 400 donim ceh şewitî. Ne ji mudexeleya tîmên agirkujiyê baya qada şewatê dê duqatên berfireh baya.

Cotkarê bi navê Hemûd El-Hemze ji şêniyên gundê El-Damircî ye got duh Çarşemê ji nişkan ve agir  bi zeviyê wî ket û spasiya aliyên şewat vemirandine kir.

Hemze destnîşan kir ku 26 hektar yanî 260 donim ji bingeha 300 donim şewitî û got" Agir ji nişkan ve, di heman demê de û di nav gelek zeviyan de vêdikeve, ev cihê guman e."

Mehemûd Hec Elî ê ji gundê Um Izam Herîs e û yek ji kesên di encama şewata duh de zirar dîtiye ye. Hec Elî got: "Dema agir bi zeviya min ji aliyê bakur ve ket, ez di nav zeviyê de geriyam, ji nişkan ve agir carek din li aliyê başûr vêket. Me got gelo çawa agir gihaşt wir. Xuya ye hindek kes bi zanabûn vê karê ne xirab dikin."

Cotkarê bi navê Ebdulxenî El-Ebawî destnîşan kir ku ku rojane di heman demê de agir li zeviyên wî dikeve û got: "Ev tiştek bi zanabûn e." El-Ebawî bi bîr xist ku duh şewat li gundê Um Izam û gundên derdorê rû dan,  par jî li gundê El-Naêm û îro gundê Mercane û got: "Şewat hîna venemiriye, tîmên agirkujiyê yên Til Hemîs, Tirbespiyê, Kantona Qamişlo û Şaredariya Ebû Firai hewl didin agirê vemirînin."

 (şx)

ANHA

 


Mijarên Din