Cotkarên Tirbespiyê dest bi bevhevkirina sebzeyên havînê kir

Cotkarên navçeya Tirbespiyê dest bi jêkirin sebzeyên havînê kir. Cotkar berhemên xwe  difiroşin sûkên herêmê.

Ji herêmên ku herî zêde çandiniya sebzeyna lê tê kirin yek jî navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ye. Ji ber kêmbûna veberhênana pembo, şêniyan di salên dawîn de dest bi çandiniya sebzeyan kir.

Çandiniya sebzeyan li navçeya Tirbespiyê çavkaniya sereke ji şêniyan re ye, her wiha şênî sebze difiroşin sûkên navçeyê û bajarokên girêdayî wê û hin herêmên li kantona Qamişlo.

Cotkarên herêmê çandiniya sebzeyên havînê ên mîna bacanên sor û reş, xiyar, pîvaz, xirtik û îsotan dikin û berhem heta dawiya meha Hezîranê tên jêkirin. Komîteya Çandiniyê ya Tirbespiyê tekez kir ku pileya rûbera çandiniya sebzeyan li navçeyê gihaşt hezar û 233 doniman.

Komîteya çandiniyê ya navçeyê mazot ji cotkaran re peyda kir da ku sebzeyên xwe av bidin ku bi 2 rêyan tên av dan û hin dermanan dixin nava avê û li nav şitlan belav dikin.

Yek ji cotkarên sebzeyan ji şêniyên gundê Til Şiêr ê navçeya Tirbespiyê da xuyakirin ku sebzeyên havînê îsal rastî gelek nexweşiyan hatin, ew yek ji ber şiliya zêde û kêmbûna dermanên pêwîst ji bo tunekirina van nexweşiyan bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din