Cotkdarên Til Hemîsê dest bi çandina zebzeyên bejî kirin

Cotkarên navçeya Til Hemîs ên ku berhemên wan ji ber lehiyê telif bûn, dest çandiniya zebzeyên bejî kirin, da ku xesara ji çandiniyê dîtin, derbas bikin.

Di dawiya meha Adara çûyî de li gelek derverên herêma Cizîrê baranek lehî rabûn, di encama wê de sedan ji hektarên çandiniya genim, ceh û kemûn telif bûn. Hin cotkaran ji bo tawîzên xisaran derxînin dest bi çandina zeviyên havînî yên bejî kirin û li axa ku ji ava lehiyê têr bûye zebzeyan diçînin.

Cotkarê bi navê Raid Ehmed El-Betran ê ji gundê El-Hinwê yê 2 km dikeve başûrê navçeya Til Hemîsê, di destpêka demsala çandiniyê de kemûn çand, lê ji ber leheyê berhemên li ber avê çû. El-Betran vê carê berê xwe çandiniya şênkayiya bejî yên havînê.

Raid da xuyakirin ku piştî ku zeviyên xwe telif bû, wî dest bi çandina zebzeyên bejî yên havînî kir wekî zebeş, kundir û xiyar, da ku xesara ku ji mewsima kemûn dît, derxe.

El-Betran ji aliyên peywendîdar xwest ku alîkariya cotkarên ku zirar ji barîna baranê ya pir dîtin, bikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din