Cotyarên Cizîrê dest bi çinîna ceh kir

Cotyarên herêmên başûrê herêma Cizîrê dest bi çinîna mewsima ceh kir û mizgîn didin ku ev sal piştî 2 salan ji ziwabûnê, bi xêr e. Li aliyekî din jî Komîteya Awarte li hemû bajar û navçeyan amadekariya destwerdana lezgîn di dema qewimîna rewşên awarte de kir.

Piştî gelek salên ku di ser cotyarên herêma Cizîrê re bi ziwabûn derbas bûne, bi taybet ên navçeya Til Hemîsê, hêvî ji nû ve di encama barîna barana zêde ya îsal de kete dilê wan. Her wiha ji mewsima îsal û dayîna berhemeke baş pir bi hêvî ne.

Îro bi dehan patozan berê xwe da zeviyên navçeya Til Hemîsê da ku ceh biçinin. Li rexê jî Komîteya Awarte hemû amadekariyê destwerdana lezgîn di dema pêkhatina bûyereke awerte de kir û jimareyên taybet li şêniyan belav kirin.

Rêveberiya Şaredariyên kantona Qamişlo bang li hemû şêniyan kir ku haydar bin, dûvikên cigareyan neavêjin û agir li nêzî zeviyan pê nexin. Her wiha rêveberiyê gelek jimare ji bo xwegihandina tîmên agirkujiyê di dema awartebûnekê de amade kirine.

Jimar ev in:

Tîma Agirkujiyê ya Navçeya Til Birakê: 0934460742

Navenda Agirkujiyê ya Qamişlo:

113 – 052459752 - 0991742410

Rêveberiya Agirkujiyê ya Kantona Qamişlo: 0998532208

Lezgîn: 052439795

(fr)

ANHA


Mijarên Din