​​​​​​​COVID-19 li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dibe

Hevseroka Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê Sîham Mele Elî got: "Piştî belavbûna Koronavîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, divê şênî nexweşiyê cidî bigirin û tedbîrên pêwîst paşguh nekin da ku pêşî li belavbûna vîrusê bigrin."

Piştî ku Koronavîrus ji bajarê Wuhan ê Çînê derket û li cîhanê belav bû, niha gefê li tevahî cîhanê dixwe û bi hezaran kes da ber xwe.

Di demên dawîn de Koronavîrus li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî belav bû. Hejmara nexweşan bû 82 kes û ji wan 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes dibînin ku hikumeta Sûriyê sedema sereke ya derbasbûna vîrusê li herêmê ye. Ji ber ku balafirgeha li Qamişlo negirt, çûn û hatin ne rawestand her wiha gelek kesên ji Şamê derbasî herêmê dibûn ew direvandin da ku derbasî nuqteyên tenduristiyê yên Desteya Tenduritiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebin.

Ji ber derfetên kêm ên Rêveberiya Xweser û girtina hemû dergehên bi herêmê re, her ku diçe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara nexweşên vîrusê zêdetir dibe.

Hevseroka Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê Sîham Mele Elî ji ANHA`yê re wiha axivî: "Piştî ku nexweşên Koronavîrus li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketin, me gelek tedbîrên pêwîst girtin. Ji wan me hejmarên awarte derxistin da ku agahiyan der barê kesên bi gûman de bidin, me navendên karantînayê vekirin, nexweşxane û cihên giştî dezenfekte kirin."

Sîham Mele Elî di axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku divê nexweşiyê cidî bigirin û ji bo tenduristiya wan û malbatên wan gorî tedbîran tev bigerin.

ALÎKARIYÊN HEYVA SOR A KURDISTANÊ

Sîham Mele Elî diyar kir ku  Heyva Sor a Kurdistanê hinek alav şandine û wiha got: "Alav dê li gorî pêwîstiyê werin belavkirin. Beriya niha tenê yek alava PCR dihat bikaranîn, lê niha li bajarê Qamişlo du alavên PCR tên bikaranîn."

Sîham Mele Elî destnîşan kir ku 500 Kît hatin şandin, her kîtek 5 caran dikare bê bikaranîn anku 500 Kît têra 25 hezar kesan dike.

Hevseroka Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê Sîham Mele Elî di dawiyê de bang li şêniyan kir ku der barê vê vîrusê hişyar bin, bi awayekî cidî lê binihêrin da ku zêdetir belav nebe.

(bx)

ANHA


Mijarên Din