Covid-19: Li Tirkiyê hejmara miriyan bû 3 hezar 641

Li gorî daneyan, li Tirkiyê heta niha 3 hezar û 641 kes ji ber Koronavîrusê mirine û 133 hezar û 721 kes jî bi şewbê ketine.

Li Tirkiyê bîlançeya Koronavîrusê (Covid-19) her ku diçe zêde dibe.

Li gorî daneyên dawî yên Wezîrê Tenduristiyê  yê Tirkiyê Fahrettîn Koca parvekirine, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 57 kesên din ji ber Koronayê mirine û hezar 977 kesên din jî bi şewba koronayê ketine.

Bi vê yekê li Tirkiyê hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 641 û hejmara kesên bi şewbê ketine jî bû 133 hezar û 721.


Mijarên Din