Covid-19: Li Tirkiyê hejmara miriyan bû 3786

Li Tirkiyê di nava 24 saetên dawî de 47 kesên din jî ji ber şewba koronayê jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên heya niha mirin gehişt 3 hezar û 786’an.

Li gorî tabloya ku Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, parve kiriye, di nava 24 saetên dawî de, li Tirkiyê ji ber Koronavîrusê 47 kesên din jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî tabloyê bi giştî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 3 hezar û 786’an, hezar û 542 kes jî bi vîrûsê ketin.


Mijarên Din