CPJ International bombebarana dewleta Tirk a li dijî rojnamegeran şermezar kir

Komîteya Parastina Rojnamegeran a Navneteweyî (CPJ International) ku navenda wê li New Yorkê ye, komkujiya ku artêşa dewleta Tirk a dagirker bi balafirên xwe li dijî karwanê sivîlan pêk aniye û di encamê de nûçegihanê ANHA’yê Seed Ehmed şehîd bû û gelek rojnamegerên dîtir birîndar bûn, şermezar kir û got ev êrîş sûcên şer in.

Komîteyê got duh saet dora 16:00’an balafirên dewleta Tirk li dijî karwanê sivîl ku ji bajarê Qamişlo ber bi Serêkaniyê ya li Bakur Sûriyê ve diçû, derbe kir. Di encamê de rojnamger Seed Ehmed ku nûçegihanê sûrî li gel ajansa ANHA’yê dixebite, şehîd bû.

Li aliyekî dîtir jî li gorî rapor û çavkaniyên ragihandinê ku ji Komîteya Parastiana Rojnamegeran re axiviyê, herî kêm 4 rojnamegerên dîtir ji çapemeniyên herêmî, birîndar bûn. Li gorî rapora Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye, 5 sivîlên dîtir jî di derbeyê de şehîd bûn.

Di daxuyaiya komîteyê de ev tişt hat: "Em der barê hedefgirtina diyarker a karwanê sivîl li Bakurê Sûriyê de bi fikar in. Divê hêzên Tirk li hember qanûnên navdewletî rêzdar be, sivîl û rojnamgeran hedef negire. Maria Salazar Vero Gerînendeya Awarte ya Komîteya Parastina Rojnamgeran ji New Yorkê got, Ev êrîş li gor qanûnên navdewletî qedexekirî ne û sûcên şer pêk tîne."

Tîma Awarte ya girêdayî Komîteya Parastina Rojnamgeran a bi serkêşiya Maria Salazar Vero rewşa Bakurê Sûriyê ji nêz ve dişopîne û bi gelek rojnamegerên ku rewşê dişopînin re, têkildar e.

Alan Roj û Dilşad Cûdî, agahî da Komîteya Parastina Rojnamegeran ku Ehem û hevalê wî yê ANHA’YÊ Mihemed Akincî ku bi koma rojnamgerên herêmî û biyan re bûn, dema ku karwan hatiye derbekirin.

Li gor rapora ANHA’yê, parçeyên teqîna bi sedema derbeyê, bû sedema Ehmed ji serê xwe ve parçeyê bixwe û Akincî jî ji lingê xwe ve xwar. Her veguhastin nexweşxaneya Til Temer. Di encamê de Ehmed şehîd bû.

Her wiha jî Arsîn Cakso nûçegihanê ANF’yê, Dilsoz Dildar nûçegihanê NPA û Amal Yûnis nûçegihana Stêrk TV, birîndar bûn.

Li gor raporan, 3 rojnamgerên dîtir jî di êrîşê de birîndar bûn. Lê Komîteya Parastina Rojnamgeran nikarî agahiyên rast bi dest bixista.

Girêdayî mijarê, Komîteya Parastina Rojnamgeran di demeke berê de got, divê desthilatên Tirk çavdêriya li ser raporên nûçeyan der barê êrîşên ku li Sûriyê pêk tîne û girtin an jî astengkirina rojnamgerên ku bi karê xwe pêk tînin, berde.

Buroya Serdozgeriyê ya Istenbolê îro, daxuyaniya qedexekirina raporên nûçeyên rexnegerî û agahiyên êrîşên Tirk der barê Bakurê Sûriyê, weşand.

(fr)


Mijarên Din