‘Êdî Ewropa bi xetereya dewleta Tirk û têkiliyên wê yên bi komên terorîst re hesiyaye’

Nîdal Şiqêr mamosteyê têkiliyên stratejîk û hikumî got, êdî Ewropa bi xetereya dewleta Tirk li ser xwe hesiyaye. Şiqêr destnîşan kir ku kesên li Ewropayê hatine tawanbarkirin têkiliyên wan bi Enqere û Yusif El-Qeredawî re xurt in.

Nîdal Şiqêr di hevpeyvîneke li gel El-Erebiye de got: “Ebdulhekîm El-Sefrawî ji kesên sereke ye ku bi sorkirina qetilkirina mamosteyê fransî Samuel Patti, hatiye tawanbarkirin.”

Li gorî raporan, têkiliya El-Sefrawî bi awayekî yekser bi El-Qeredawî yê ku li Qeterê dimîne re, heye.

Şiqêr bal kişand ser ku êdî Ewropa bi xetereya dewleta Tirk hesiye. Ji ber wê niha li Ewropayê bi giştî li Fransayê bi taybet tevger hene. Ya herî girîng tevgera Fransayê ya ku projeyek li dijî cudakarên olî û tundrawiyê dike hedef, daniye.

Li Fransayê du êrişên terorîstî pêk hatin. A yekê li pêşiya katedrala Notre Dame li Nice pêk hat û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Êrişa duyemîn jî li bajarê Avignon bû. Di vê êrişê de êrişkar hate kuştin.

(şx)


Mijarên Din