'Dê yekitî komkujiyan bisekinîne’

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Hesekê Selah Derwîş têkildarî yekitiya gelê Kurd got "Dema Kurd yekitiya xwe ava bikin dê hêzeke mezin ava bikin û siyaseta wan li ser asta cîhanê bi pêş bikeve. Li ser wê em ê gavên cidî biavêjin, ji ber ku em xwedî erdnîgarî, çand û dîroka vê xakê ne."

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Di vê dema ku gefên li dijî tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê de, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) banga lidarxistina kongreyê kir, ji bo bersivek hevgirtî bidin neyarên gelê Kurd.

Bi heman mebestê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk destûr da ku partiyên bêruxset buroyên xwe li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekin.

Girêdayî mijarê endamê Yekitiya Rewşenbîrên Hesekê Selah Derwîş axivî. Selah di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser gotina Rewşen Bedirxan a “Eger Kurd bibin yek, wê welat bi dest bixin” û wiha got: “Divê Kurd hemû bibin yek, ji ber ku em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Divê partî hemû tev li kongreya neteweyî ya Kurdistanê bibin."

Selah diyar kir ku eger Kurd bibin yek dê hêzeke mezin ava bikin û dê siyaseta Kurd li ser asta cîhanê bi pêş bikeve bibin û wiha pê de çû: “Li ser vê, dê gavên cidî bên avêtin, ji ber ku gelê Kurd xwediyê erdnîgarî, çand û dîroka vê xakê ye.”

Her wiha Selah bang li partiyên Kurd kir ku li gorî berjewendiyên gelê Kurd bixebitin û wiha axivî: “Eger wisa be, dê komkujî û şerên nîjadî yên li ser gelê Kurd bi dawî bibin.”

Selah Derwîş bal kişand ser helwesta partiyên ku bersiva banga KNK’ê nedane û wiha axivî: “Bersivnedan tê wê wateyê ku ew nikarin bi tena serê xwe biryara xwe bidin. Ji ber ku ew girêdayî dewletên dagirker in û ne girêdayî çand û neteweya xwe ne.”

Selah Derwîş gotinên xwe wiha domandin: “Dewletên herêmî û yên ku Kurdistanê dagir kirine, li dijî lidarketina kongreya neteweyî ya Kurdistanê ne. Dixwazin me berbelav bikin û tevliheviyê li herêmê derxin da ku tevgerên Kurd yekitiya xwe di bin banê yek nêrîn û fikrî de ava nekin. Ji ber ku lidarketina kongreyê berjewendiyên wan li herêmê têk dibe."

Selah Derwîş di dawiya gotinên xwe de wiha got: "Ez bi hêvî me ku Kurd hemû xwe bikin yek û li hember dagirkirin an jî êrîşên li dijî xaka Kurd bisekinin. Ji ber ku em ê bi yekitiya xwe destkeftiyan biparêzin."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din