‘Da ku pêşî li hişmendiya DAIŞ’ê bê girtin divê çete werin darizandin’

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê diyar kir ku tunekirina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê û tunekirina hişmendiya ku çeteyan di hişê gelek kesan de çandiye, kedên mezin pêwîst dikin û divê ew çete werin dadgehkirin.

Çeteyên DAIŞ`ê di dirêjahiya salan de li herêmên ku dagir kiribûn hişmendiya tarî ferz kirin û di radeya yekemîn de jin kirin hedef. Piştî têkbirina DAIŞ`ê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku ew ê dest bi pêvajoya nû bikin, anku tunekirina şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî. Gelê Sûriyê banga darizandina çeteyên ku li gel QSD`ê girtî, dike. Girêdayî mijarê seroka Desteya Jinan a Kantona Efrînê Zelûx Reşîd ji ajansa me re axivî.

Zelûx di destpêka axaftina xwe de got: "Di bin navê ola îslamê de gelek jin bi taybet ên biyanî tev li nav refên DAIŞ`ê bûn. Çeteyan hewl da Sûriyê wek cihekî ji bo avakirina fikrên xwe yê tundraw nîşan bidin.”

Zelûx destnîşan kir ku kiryarên çeteyan û îdiayên wan ji hev dûr in. Çeteyan der heqê jinan de binpêkirinên dermirovî û dûrî exlaqê îslamê yê rastîn ji kuştin, destavêtin û bazirganiya jinan pêk anîn.

‘Piştî bidawîbûna DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve, divê şaneyên wê werin tunekirin’

Girêdayî mijarê Zelûx destnîşan kir ku piştî bidawîbûna çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve, yekgirtin û duqatkirina kedan ji bo tunekirina şaneyên wê yên veşartî pêwîst e.

Zelûx wiha domand: "Tiştên ku çeteyên DAIŞ`ê li pey xwe hiştine, ji hebûna wê ya leşkerî li ser Sûriyê û cîhanê xeternaktir e. Şaneyên veşartî rê li pêşiya vejandina fikrên DAIŞ`ê û jinûveavakirina wê di bin heman navan û navên cuda de vedike."

‘Pêvajoya heyî bi hewcedariya yekrêziya refa jinan li Rojhilata Navîn e’

Zelûx diyar kir ku pêvajoya ku Sûriyê û herêma Rojhilata Navîn tê re derbas dibin, bi taybet piştî belavbûna şaneyên DAIŞ`ê, ji her jinekê yekrêziya ref û keda pêwîst dike û wiha domand: “Da ku rê li pêşiya belavbûna fikrên DAIŞ`ê yên tarî û xapandina jinan bi wî fikrê were girtin, ev yek lazim e.”

Di dawiyê de seroka Desteya Jinan a Kantona Efrînê Zelûx Reşîd bang li civaka navdewletî kir ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê dadgeheke navdewletî ava bikin da ku ewlehî li Sûriyê û cîhanê mîsoger bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din