‘Da ku rêya gelê Kurd ronî bike, çalakiya fedayî kir’

Ji rêveberên Kongreya Star Zehra Berkel diyar kir ku şehîd Zîlan zordariya der heqê gelê Kurd de tê meşandin, nepejirand û da ku rêya gelê Kurd ronî bike, çalakiya fedayî kir.

30`yê meha Hezêranê salvegera şehadeta şehîd Zîlan(Zeynep Kinacî), ya ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê li bajarê Dêrsimê çalakiya fedayî di sala 1996`an kir.

Bi vê boneyê, Kongreya Star a şaxê bajarê Kobanê bi merasîmekê salvegera şehadeta şehîd Zîlan li qada Jina Azad bi bîr anîn. Merasîm bi beşdariya bi dehan ji şênî, endamên saziyên herêmî, çend komên hunerî û koma şehîd Zîlan hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê gelek axaftin hatin kirin, ji van axaftinan, axaftina ser navê Kongreya Star a şaxê Kobanê Zehra Berkel bû. Zehra Berkel diyar kir ku şehîd Zîlan zordariya der heqê gelê Kurd de nepejirand û da ku rêya gelê Kurd ronî bike, çalakiya fedayî kir.

Zehra di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan çend koman stranên şoreşgerî pêşkêş kirin, ji wan, koma Awaz, Kevana Zêrîn a girêdayî Navenda Baqî Xido ya girêdayî Çand û Hunera ya girêdayî bajarê Kobanê, paşê koma şehîd Avaşîn govendeke gelerî ku ji çanda kurdî ye pêşkêş kirin.

Merasîma bîranînê bi weşandina sînevizyonekê girêdayî jiyana têkoşer Zîlan bidawî bû.

(eh/kc)

ANHA


Mijarên Din