Da ku xwe ji bermahiyên şer biparêzin li Şehbayê çalakiyek hate lidarxistin

Bi armanca rakirina dîmen û wêneyên şer ji guh û rênîşandina parastina bermahiyên şer, Komîteya Piştevaniya Derûnî li kantona Şehbayê çalakiyek ji zarokên Efrînê yên li gundê Um Hoş ê kantona Şehbayê re li dar xist.

Îro, komîteyê li gundê Um Hoş bi beşdariya bi dehan zarokên Efrînê yên neçar bûne ji warên xwe di encama dijminatiya Tirkiyê de derkevin, çalakiyek organîze kir.

Li gor berpirsên komîteyê armanc ji lidarxistina çalakiyê ew e ku zarokan der barê dîtina tiştên biyanî de hişyar bikin û nêzî wê nebin. Ev jî di şanoyê de derket. Şano der barê bi nepêlîstina tiştên biyanî, agahdayîna mezinan an aliyên pêwendîdar da ku wan mayînan bê bandor bikin de, bû.

Çalakî bi dîlana zarokan bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din