Dadgeha Bilind a Venezuelayê daxwaza betalkirina parêzeriya Guaido kir

Ajansa Associated Press ragihand ku Dadgeha Bilind a Venezuelayê daxwaz kir ku parêzeriya Almanî ji serokê muxalefetê Juan Guaido were girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgerê Dadgeha Bilind Morel Moreno got divê Juan Guaido were darizandin, ji ber ku li gorî qedexeya der heqê wî de tev negeriyaye. Dadgehê her wiha diyar kir ku Guiado dema dest bi gera xwe ya li nav dewletên Amerîkaya Latînî kir, da ku piştevaniya guhartina di dadgeha Venezuelayê de bike, ev qedexe binpê kiriye.
Her wiha serokê muxalefetê bi sûcdariya gurkirina tundiya ku bi redkirina kolanê û wergirtina pereyên neyasayî ji derve ve, girêdayî wê hatiye tawanbarkirin.
Dezgeha dozgeriya welat maf da ku ev biryar radestî serokê Komeleya Niştîmanî ya Damezirîner bibe da ku parêzeriya Almanî ji Guaido were standin.

Tê zanîn ku ev gava Dadgeha Bilind di demekê de ku nelihevkirin ji destpêka salê de di navbera Maduro û Guaido de li ser serweriya welatî derket, hatiye.
(eh)


Mijarên Din