Dadgeheke Almanyayê biryar da ku malbatên DAIŞ’î wergirin

Dadgeheke Almanyayê biryar da ku hevser û 3 zarokên çeteyekî DAIŞ’ê yê Alman ku li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, bînin Almanyayê. Heke biryara dadgehê mîsoger bibe, dê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji bo wergirtina malbatê bi QSD’ê re têkiliyê deyne.

Ji bo DAIŞ'iyên Alman ên ji aliyê YPG/QSD'ê ve hatine girtin, rêveberiya Berlînê hîn jî çareseriyek nedîtiye. Serokê DYA'yê Donald Trump û rêveberiya Rojava Sibata derbasbûyî bang kiribû û gotibû "Welatiyên xwe bibin." Lê belê hikumeta Alman a federal hîn jî ji bo welatiyên xwe yên çeteyên DAIŞ'ê tiştekî nake.

Malbatên DAIŞ'iyan jî ku li kampên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê ne, ji aliyê Almanyayê ve nayên qebûlkirin. Lê belê dadgeheke herêmî ya li Berlînê rewşa hevser û 3 zarokên çeteyekî DAIŞ'ê nirxand û biryarek da ku dikare bibe mînak. Dadgehê biryar da ku malbata DAIŞ'î divê bê anîn.

Malbata ku ji eyaleta Saksonyaya Jêrîn a Almanyayê ye û zarokên wê 8, 7 û 2 salî ne, li kampa Holê ye. Lê belê rayedarên Wezareta Karên Derve ya Almanyayê diyar kir ku biryara dadgehê mîsoger nebûye û di rewşa malbatê de guhertinek nîn e. Eger biryar mîsoger bibe divê Wezareta Karên Derve têkiliyê bi QSD'ê re deyne û malbatê bîne Almanyayê. Ev rewş jî dê ji bo Almanyayê bibe rewşeke nû.

Tê gotin ku piraniya wan jin û zarok, zêdetirî 200 DAIŞ'iyên Alman di destê YPG'ê de ne.


Mijarên Din