Dagirekriya Tirk bombeyan li navenda Zirganê û gundên Amûdê de dibarîne

Artêşa Tirk a dagirker navenda navçeya Zirganê ya kantona Hesekê û gundên navçeya Amûdê ya  kantona Qamişlo topbaran dike.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê taxa Xerbî ya navçeya Zirganê tobparan kir, di encamê de zirarên madî çêbûn.

Dagirkeran her wiha gundên Keramê, Cirnikê û Xanîka yên girêdayî bajarokê Topo yê rojavayê Amûdê bi çekên giran tobparan kirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din